Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan bal kişand ser banga ‘vegerê’ ya Rêber Apo li sirgûniyan kir û got, “Her ciwanên Kurdistanî yên bi rûmet divê li xak, çand û zimanê xwe vegere.” Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan ji ciwanên Kurdistanê re axivî, işaret bi polîtîkaya koçberkirinê kir ku dagirker li çar parçeyên Kurdistanê dimeşîne û got, “Divê em welatê xwe ji serwer û nokeran re nehêlin.”

